Îsraîl û DYA’yê tesîsa gazê ya herî mezin a Îranê bombebaran kir
Îsraîl û DYA’yê tesîsa gaza xwezayî ya herî mezin a Îranê hedef girtin. Hate ragihandin ku tesîs hatiye asta ku neyê bikaranîn.
Îsraîl û DYA’yê tesîsa gaza xwezayî ya herî mezin a Îranê hedef girtin. Hate ragihandin ku tesîs hatiye asta ku neyê bikaranîn.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê bi hedef girtina kes û cihên nû berdewam dike. Îro tesîsa gaza xwezayî yên bi navê Asalûyehê ku li Bûşehrê cih digirin ji hêla Îsraîl û DYA’yê ve hedef hatin girtin. Di encama bombebaranê şewat li tesîsan derket. Hate ragihandin ku tesîs hatiye asta ku neyê bikaranîn.
Li gorî agahiyan ev tesîsa herî mezin a Îranê bû û ji sedî 40’ê hilberîna gaza xwezayî li vir dihat hilberîn.